Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê, 45 welatiyên kurd li Efrînê dîl girtin
Zêrevaniya Mafên Mirovn a Sûriyê raghand ku bi tenê li meha buhurî da 45 welatîyên kurd ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê va hatine dîl girtin.
Roja yekşemiyê Zêrevaniya Mafên Mirovn a Sûriyê li raporekê de li bara rewşa Efrînê li Kurdistana Sûriyê raghand: "Bi dehan babetên binpêkirina mafên mirovan, dîlgirtin, dizî û desteserkirina welatiyan li vî bajarî ji aliyê çekdarên ser bi hikûmeta Tirkiyê va cih hatine.
Her wiha hatiye amajekirin ku li meha buhurî 45 welatiyên sivîl ji aliyê komên çekdar li navçên curbicur ên Efrînê hatine dîlgirtin ku pişt re hinek ji wan bi dirav hatine berdanê.
Li gor rapora Zêrevaniya Mafên Mirovn a Sûriyê, ji destpêka Adara îsal heta niha Tirkiyê çiraya kesk nîşanî çekdarên xwe daye ku mal û samanê kurdên navçê bi buhayeka kêm bifroşin.
Her wiha hatiye raghandin ku çekdarên vê komê mal û xanîberên van kurdan difroşin ku li destdirêjiya Tirkiyê ser Efrînê malên xwe bi cî hiştine.