Erebeyeke bombebarkirî li bakurê rojhilata Sûriyê teqiya
Nîsan 06, 2020 05:03 Asia/Tehran
Çavkaniyên sûrî Yekşemiyê bi şev ragihandin ku erebeyeke bombebarkirî li nêzikî rawestgeha lêgerînê ya komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê li derdora bajarê Seerî Kaniyê yê parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê teqiyaye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên sûrî ji zarê şehedan ragihandin ku li pey vê teqînê çend kes birîndar bûne.
Hin çavkaniyan jî ragihandine ku çekdarekî amerîkî ji ber vê teqînê hatiye kuştin.Tevî vê yekê artêşa têrorîst a Amerîkayê heta niha tu bertekek nîşanî vê nûçeyê nedaye.
Li pey dagîrkeriya Tirkiyê, carinan teqîna erebe û motorsîkletên bombebarkirî li bajarên bakurê Sûriyê diqewime.
Aniha hin navçeyên bakurê Sûriyê di bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê da ne.