Grûpên çekdar 7 welatî ji herêma Efrînê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314620-grûpên_çekdar_7_welatî_ji_herêma_efrînê_girtin
Terorîstên çekdar ên li Sûriyê ku girêdayî Tirkiyê ne, 7 welatî ji herêma kurdnişîn a Efrînê ya bakura rojavaya Sûriyê girtine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2020 06:48 Asia/Tehran
  • Grûpên çekdar 7 welatî ji herêma Efrînê girtin

Terorîstên çekdar ên li Sûriyê ku girêdayî Tirkiyê ne, 7 welatî ji herêma kurdnişîn a Efrînê ya bakura rojavaya Sûriyê girtine.

Li gor çavkaniyên xwecihî, terorîstên grûpa el Cebhe el Şamiye 5 welatiyên Kurd ji gundê Birc Heyderê li devera Şêrawa girtine.

Herwiha terorîstên grûpa Mihemed el Fatih welatiyê Kurd Mûrad Betal ji gundê Mamila ser bi nahiyeya Raco girtine.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, hejmarek çekdaran bi fermandariya kesekî bi navê Şadî roja 1ê Nîsanê ew welatî ji nav gundê Mamila birine.

Li nahiyeya Şiyê jî, terorîstên Emşat bi fermandariya Seyfedîn Ebû Emşe, mala welatiyê Kurd Hisên Dadiyê li gundê Qemitliq şewitandiye.

Herweha li gundê Kefer Nebû yê ser bi navçeya Şêrawayê welatiyekî bi navê Suleyman Bekrî ji aliyê wan gûrpan ve hate revandin û ew birin gundê Birc Heyderê yê heman navçeyê.

Terorîstên ser bi dewleta Tirkiyê bi piştgiriya artêşa vî welatî ji dema herêma Efrînê dagîr kirine girtin, birin û şikeneckirin, kuştin û talankirina mal û heya xelkê vê herêmê kirine karê xwe yên rojane.