-
NY: Hêzên ser bi Tirkiyê ve tawanên cengê dikin
Çirî 15, 2019 11:08Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragahnd hêzên ser bi Tirkiyê ve, welatiyên sivîl dikujin û tawanên cengê dikin, ji ber wê jî Enqerê bi tundî berpirsyar dibe.
-
Salih Muslim: Li hevhatina kurdên Sûriyê bi dewleta naendî re, azadkirina Efrînê jî hatiye qeydkirin
Çirî 15, 2019 14:27Salih Muslim, berdevkê partiya Yekitiya Demokratîka Sûriyê (PYD) li axiftinekê bal kişand ser hevhatina kurdan bi dewleta navendî ya Sûriyê û diyar kir: Li hevhatina seretayî mesela azadkirina Efrînê jî hatiye hilêxistin.
-
HSDê Serê Kaniyê û Til Helef bi temamî ji destê hêzên Tirkiyê derxist
Çirî 15, 2019 14:23Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Serê Kaniyê dije êrîşek li hember hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar (terorîst) li çend cihan encam dan û di encamê de bajarokê Til Helef ji kontrola hêzên Tirkiyê derxistin û navenda bajarê Serê Kaniyê jî bi temamî kontrol kirin.
-
Birayara Şamê bo bicihkirina zêdetir a hêzên artêşê li sînorê bi Tirkiyê re
Çirî 15, 2019 13:19Wezîrê Aşitiya Neteweyî ya Sûriyê raghand ku Şamê biryar daye hêzên zêdetir bişîne sînorên vî welatî bi Tirkiyê re.
-
Çekdarên DAIŞê agir berdan kampa xwe li Eyn Îsa û jê reviyan
Çirî 15, 2019 12:02Êrişên dewleta Tirkiyê ji bo koma terorîst a DAIŞê derfeteke baş çêkiriye, di vê çarçovê de çekdarên DAIŞê li bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Sûriyê agir berdan kampa ku tê de diman û jê reviyan.
-
UNICEF: 70 hezar zarok ji ber êrişên dewleta Tirkiyê aware bûn
Çirî 15, 2019 09:47Sandiq Zaroka a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derheq zêdebûna şer û pevçûnan li bakura Sûriyê nîgeraniya xwe diyar kir û ragihand ku ji ber şerê dewleta Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê zêde ji 70 hezar zarok aware bûne.
-
NY: Li bakura Sûriyê hetanî niha 160 hezar kes ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne
Çirî 15, 2019 07:15Sekreterê giştî yê NY, Antonio Guterres ragihand, heta niha ji ber êrişên Tirkiyê herî kêm 160 hezar kes li bakura Sûriyê koçber bûne.
-
SANA: Artêşa Sûriyê derbasî navenda Minbicê bû
Çirî 15, 2019 05:46Ajansa fermî ya Sûriyê ya bi navê SANAyê ragihand ku artêşa Sûriyê derbasî navenda navçeya Minbicê bû.
-
Aldar Xelîl: Hevhatina artêşa Sûriya Demokratîk ( HSD) bi dewleta navendî re bi tenê li çarçoveya parastina sînoran e
Çirî 14, 2019 13:44Aldar Xelîl, endamê konseya cihanînînê ya Tevgera Civaka Demokratîk a kurdên Sûriyê (TEV-DEM) li axiftinekê bal kişand ser hevhatina eskerî di navbera artêşa Sûriyê bi artêşa Sûriya Demokratîk û diyar kir: "Hevhatin bi tenê bona parastina ewlehiya sînoran bûye û tu têkiliya xwe bi rêveberiya xweîdarekira bakur û rojhilata Sûriyê û her wiha şêwaza rêveberiya bajêran tine."
-
Xaça sor dilgiraniya xwe ji ber rewşa însanî li bakurê Sûriyê raghand
Çirî 14, 2019 12:38Komîta navneteweyî ya xaça sor li bara awarebûna bi dehan hezar kesan li bakurê Sûriyê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê da diyarkirinê.