-
Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê derbarê armancên welatê yên li Sûriyê xeber da
Kanûn 06, 2020 03:52Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê armanca vî welatî li Şamê bi sê xalan diyar kir, ew jî qaşo têkbirina DAIŞ û terorîstan e, û li gor rayedarên amerîkî derxistina Îranê ji Sûriyê û çareseriya siyasî ye, her wiha îşaret bi nakokiyên Waşîngotinê yên bi Enqerê re jî kir.
-
Efrîna dagirbûyî - Mîrata çandî û kevnare tê talankirin, şûnwarên dîrokî tên wêrankirin
Kanûn 05, 2020 16:57Hawar Newsê nivîsiye: "Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê destnîşan kirin ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê Girê Kitix ê dîrokî talan û wêran kiriye. Di heman demê de, gelek parçeyên şûnwarên gir jî derbasî dervayî welat hatine kirin."
-
Îlham Ehmed: Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in
Kanûn 05, 2020 05:54Di civîna ligel şandeya Belçîkayê de, Îlham Ehmed got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in, ji ber ku em bi Sûriyê re, ne bi aliyên derve re li çareseriyê digerin."
-
Şandeya Belçîkayê bi MSD'ê re civiya
Kanûn 05, 2020 05:54Şandeya ji Belçîkayê li bajarê Qamişloyê hevdîtinek bi MSD'ê re pêk anî.
-
Mezlûm Kobanî: Danûstandinên Kurdî-Kurdî berdewam in
Kanûn 04, 2020 18:27Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ragihand, danûstandinên Kurdî-Kurdî li Sûriyê berdewam in, lê wan bêhnevedanek dane wan danûstandinan.
-
Li Efrînê di nav du hefteyan de herî kêm 30 kurd hatine revandin
Kanûn 04, 2020 16:49Li Efrînê di nav du hefteyan de herî kêm 30 welatiyên kurd ji aliyê çete û çekdarên kirêgirtî yên Tirkiyê ve hatine revandin.
-
SOHR: Zêde ji 900 mîlîtanên sûrî ji Qerebaxê vegeriyan Sûriyê
Kanûn 03, 2020 12:31Rêxistina Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala vegeriyana zêde ji 900 çekdarên sûrî bo Sûriyê ji navçeya Qerebaxê kiriye.
-
Tirkiye Zeytûna Efrîna dagirkirî difiroşe Amerîka û Ewropayê
Kanûn 03, 2020 05:54Tirkiyê 90 hezar ton zeytûn û rûnê zeytûnê yê Efrîna dagirkirî firotiye Amerîka û Ewropayê.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din vîrusa koroneyê vegirt
Kanûn 03, 2020 05:09Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" duh ragihand ku li herêmê du kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 33 kesên din jî pê ketine.
-
Dewleta Tirkiyê careke din av li ser Sûriyê qut kir
Kanûn 02, 2020 20:50Rêveberiya bendava " Tişrîn" ragihand ku di salekî de ev cara duyem e ku dewleta Tirkiyê asta ava çemê Firat a ku derbasî axa Sûriyê dibe kêm kir.