-
Li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê li bajarê dagîrkirî yê Serêkaniyê teqîn çêbû
Adar 29, 2021 11:25Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdên Sûriyê ku niha artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê ew dagir kiriye, teqînek çê bû.
-
Nasnameya bajarê kurdnişîn ê Efrînê hatiye guhertin
Adar 29, 2021 07:16Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, bandora komên tundrê yên ser bi Tirkiyê li ser bajarê kurdnişîn ê Efrînê bûpye sebeba guhertina pêsane û huviyeta vî bajarî û nifûsa şêniyên kurd li vî bajarî gelekl kêm bûye.
-
Li kompa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de didome
Adar 29, 2021 05:52Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPG û YPJ`ê ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê, duh operasyoneke berfireh da despêkirin, di encama operasyona duh de çeteyek hate girtin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber korona mirin
Adar 29, 2021 05:43Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 kesên din bi korona mirin û 95 kes jî pê ketin.
-
Operasyon berfireh li kampa Holê dijî DAIŞê destpê kir
Adar 28, 2021 12:36Hêzên Asayîşa Kampa Holê ya Hesekê, li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dest bi operasyonekê kirin û 6 hezar endamên hêzên asayişê di operasyonê de beşdar in.
-
Mazlûm Kobanî têkildarî Çîçek Kobanî daxuyanî da
Adar 28, 2021 06:05Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku dadgehîkirina şervana YPJê Çîçek Kobanî ku dadgeheke Tirkiyê cezayê heta hetayê jêre biriye, li dijî qanûna navdewletî ye.
-
Şerê navbera Artêşa Sûriyê û çeteyên dewleta Tirkiyê li derdora Idlib, Hema û Helebê
Adar 26, 2021 20:20Li gundewarên Idlib, Hema û Helebê şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de dewam dike.
-
Li Til Temirê şerekî dijwar derket
Adar 26, 2021 11:07Li gundewarê rojavayê Til Temirê li bakurê Sûriyê, di bin mûşekbarana hêzên Tirkiyê şer di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de derket.
-
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrişî gundekî li rojhilatê Qamişlo kirin
Adar 26, 2021 10:43Grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve gundê Girkê Zêra li rojhilatê Qamişlo kirin armanc.
-
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êrişî ser Eyn Îsayê kirin/ 7 şervanên HSDê hatin kuştin
Adar 26, 2021 04:57Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) aşkere dike, dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dîsa bi giranî êrişî ser Eyn Îsayê kirin ku di encamê de 7 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.