-
Şandeke siûdî bi Beşar Esed û Elî Memlûk re civiya
May 04, 2021 00:32Rojnama Raî Alyoum a erebî diyar kir ku şandeke Erebistana siûdî ya payebilind serdana paytexta Sûriyê Şamê kir û bi rayedarên hikumeta Şamê re civiya.
-
PYNK: Bila civaka cîhanî bertekê nîşanî qanûnşikêniya Erdogan bide
May 03, 2021 13:30PYNK'ê wek berteka li hemberî lidarxistina dadgeha Kobanê ji civaka cîhanî xwest ku li hemberî binpêkirina qanûna bingehîn ji aliyê Erdogan va bertekê nîşan bide.
-
Di teqîna Reqqayê da heft kes hatin kuştin û birîndar bûn
May 03, 2021 10:59Ji ber teqîna motorsîkliteke bombebarkirî li parêzgeha Reqaya Sûriyê heft kes hatin kuştin û birîndar bûn.
-
Li bakurê Sûriyê; Ava Firatê li ser 83 gundên Kobanê hatiye qutkirin
May 03, 2021 08:56Di rojên dawî de bêhnên nexweş ji ava Firatê derdikeve û şêniyên Kobanê bi tîbûn û nexweşiyan re rû bi rû ne. Gerînendeya Avê ya herêma Kobanê li ser rûdana kareseteke rasteqîn hişyarî da.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 148 kesên din bi Koronayê ketin
May 03, 2021 06:27Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 148 kesên din bi Koronayê ketine û 12 kesan jiyana xwe ji dest daye.
-
Li Dêrikê jineke 99 salî ji vîrusa Koronayê baş bû
May 01, 2021 07:25Nexweşxaneya COVID-19 a bajarê Dêrikê jineke 99 salî ku bi vîrusê ketibû û li nexweşxaneyê hate dermankirin, derxist.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 kesên din bi covid-19 ketin
May 01, 2021 07:18Îro Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 kesên din bi covid-19 ketine û 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.
-
Desthilata Bakur û rojhilatê Sûriyê 28 jin û 68 zarokên DAIŞê radstî Uzbekistanê kirin
May 01, 2021 07:15Beşa pêwendiyên derveyî ya Desthilata Bakur û rojhilatê Sûriyê di civîneke nûçeyî da hejmareka jin û zarokên DAIŞê radestî Komara Uzbekistanê kirin.
-
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dîsa av li ser gelê Hesekê qut kir
Nîsan 30, 2021 06:05Ev dibe zêdetirî 15 rojan ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û derdora wê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatiye birîn. Wêstgeha Elok ku avê li ser nêzîkî milyonek kesî belav dike, bi destê Tirkiyê hatiye rawestandin û ji kar ketiye.
-
Asayîşa Qamişlûyê: Welatiyên sivîl ên Taxa Teyê vegeriyan malên xwe
Nîsan 29, 2021 05:11Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarê Qamişlûyê di halê paqijkirina bandor û dûhatên şêrr ji taxa Teyê ya vî bajarî ne da kub welatiyên sivîl vegerin malên xwe.