-
Artêşa Tirkiye 3 gundên Minbicê û Eyn Îsa topbaran kirin û sivîlek kuştin
Tîrmeh 05, 2022 23:46Li gundê Hoşan ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê, ji ber mûşekbarana hêzên Tirkiye welatiyekî can da û 3 kesên din jî birîndar bûn , di nav wan de 2 zarok hene. Her wiha Hêzên Tirkiye û çeteyên wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.
-
Dizîna nefta Sûriyê ji aliyê dagirkerên amerîkî va didome
Tîrmeh 04, 2022 12:25Hêzên dagirker ên amerîkî li Sûriyê karwanekî erebeyên hilgira nefta talankirî ya vî welatî veguhestin Iraqê.
-
Li Eyn Darê ya Efrînê 2 welatî ji aliyê çeteyan va revandin
Tîrmeh 04, 2022 07:15Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê du welatiyên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revandin.
-
Balafirên Rejîma Îsraîlê li devereke cotkariyê ya Tertûsê xistin
Tîrmeh 03, 2022 11:02Balafirên Rejîma Îsraîlê navçeya Hemîdiyê li başûrê bajarê Tertûsa Sûriyê ku piraniya rûniştiyên wê cotkar in mûşekbaran kirin.
-
Feysel Miqdad: Êrîşên Îsraîlê bê bersiv namînin
Tîrmeh 03, 2022 09:00Wezîrê karên derve yê Sûriyê tevî şermezarkirina hewildanên rojavayî ji bo berfirehkirina xeleka teror û şêrr li hin deveran, hişyarî da Rejîma Siyonîst ku Sûriye dikare bersiva êrişên siyonîstan bide.
-
Hêzên Rizgariya Efrînê: Li Bab û E'zaza dagirbûyî 3 çete hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Tîrmeh 02, 2022 13:15Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên wan ên li herêmên Bab û Ezazê de 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Her wiha du maşîneyên wan hatin rûxandin.
-
Li Girê spî 4 ciwan ji aliyê hêzên dagirker va hatin revandin
Tîrmeh 02, 2022 05:55Artêşa Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî bi wê, 4 ciwan ji gundewarê Girê Spî yê dagirkirî revandin. Tê gotin di nav de ciwanek heye ku malbata wî par li beramber serbestberdana wî 2 milyon lîreyên Sûriyê dabûn.
-
Xwepêşandanên li dijî kiryarên çeteyan li Serêkaniyê hat lidarxistin
Tîrmeh 02, 2022 05:55Gelek niştecihên bajarokê Til Helef ê rojavayê Serêkaniyê yê dagirkirî xwepêşadanek li dar xist, tê de banga vekirina dermanxaneyan kir, tevliheviya ewlehî û kiriyarên ku çeteyên qaşo "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" bi desteka dewleta Tirkiyê dikin, şermezar kirin.
-
Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna zarokan derxist
Tîrmeh 01, 2022 13:38Meclisa Giştî ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya 45'an de qanûna zarokan dexist.
-
Li Efrîna dagirkirî 6 welatiyên din hatin revandin
Tîrmeh 01, 2022 06:26Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li herêma Efrînê ya dagirkirî 6 welatiyên din revandin.