Jordaçûna bihaya kelûpelên bingehîn li Hesekê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i359522-jordaçûna_bihaya_kelûpelên_bingehîn_li_hesekê
Rêveberê Bazirganiya Navxweyî û piştgîriya ji bikarhîneran li Hesekê ragihand ku di meha buhurî de bihayê kelûpelên bingehîn di navbera ji sedî 10 û 30`yê de zêde bûne.
(last modified 2026-08-10T14:56:01+00:00 )
Tebax 10, 2026 18:06 Asia/Tehran
  • Jordaçûna bihaya kelûpelên bingehîn li Hesekê

Rêveberê Bazirganiya Navxweyî û piştgîriya ji bikarhîneran li Hesekê ragihand ku di meha buhurî de bihayê kelûpelên bingehîn di navbera ji sedî 10 û 30`yê de zêde bûne.

Şewqî Mihemed got: Jordaçûna bihayê ardûyê, danûstandinên bi Dolarê û jordaçûna bacên gumrikê faktorên sereke yên bihabûnê ne. Şewqî Mihemed herwiha got ku em hewl didin perê cotkaran bidin û zêdetirî 9 hezar fatûre ji Şamê re hatine şandin û pêvajoya temamkirina nêzîkî 35 hezar fatûreyan berdewam dike. Derbarê dayîna mûçeyên karmendan de, Rêveberê Bazirganiya Navxweyî û Piştgîriya ji Bikarhîneran li Hesekê herwiha got ku heta niha mûçe ji aliyê Wezareta Aboriyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê ve nehatine dayîn, lê di vî warî de danûstandin û tedbîrên pêwîst têne girtin.