Mehmûd Hebîb: Pêvajoya tevlîkirina hêzan nav artêşa Sûriyê berdewam dike
Pêvajoya tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk, HSD nav artêşa Sûriyê tim berdewam dike lê hîn demeke diyarî ji bo kemlandina wê nehatiye ragihandin.
Mehmûd Hebîb Berdevkê HSD dibêje hegera dirêjbûna vê pêvajoyê, demdirêjbûna amadesaziyê, organîzekirin û avakirina yekînên leşkerî ye. Ger çi beşek ji fermandeyan ji nav fermandeyên vê pêvajoyê hatine hilbijartin. Li gorî gotina Mehmûd Hebîb, Fermandê Giştî yê HSD û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê tekezî li ser cihanîna vê peymanê dikin. Ev peyman ku di Adara 2025an de hat îmzekirin ji bilî tevlîkirina nijyara leşkerî ya HSD nav artêşa Sûriyê, veguhestina saziyên sivîl û leşkerî yên bakur û rojhilata Sûriyê bo hikûmeta Şamê jî digre ber xwe û tekeziyê li ser bifermînaskirina mafên kurdan di destûra bingehîn a siberoja Sûriyê dike.