Laziqîye- Di navbera hêzên Colanî u hogirên Esed da pevçûn derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i357055-laziqîye_di_navbera_hêzên_colanî_u_hogirên_esed_da_pevçûn_derket
Medyayên xwecî ragihandin ku di navbera hêzên Colanî u hogirên Bişar Esed da li bakur- rojavaya Sûrîyê pevçûn derket.
(last modified 2025-11-13T11:27:38+00:00 )
Tesrîn 13, 2025 14:55 Asia/Tehran
  • Laziqîye- Di navbera hêzên Colanî u hogirên Esed da pevçûn derket

Medyayên xwecî ragihandin ku di navbera hêzên Colanî u hogirên Bişar Esed da li bakur- rojavaya Sûrîyê pevçûn derket.

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di navbea Hêzên Ewlehîya Hundurîn ên Colanî û komeke hogirên Bişar Esed da li nêzîkî şarê Cebeleyê li derdora Laziqîyê da pevçûn derket. 

Çavkanîyekî emnî yê rejîma Colanî ragihand: Di pevçûnên hanê da 3 hêzên Ewlehîya Hundurîn ên Colanî birîndar bûn. 

Hin çavkanîyên nûçeyan jî ragihandin ku 13 hogirên Bişar Esed li devera Şêx Bedir ser bi Tertûsê hatin girtin.