Civîna MSD`ê li Emanê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356333-civîna_msd_ê_li_emanê_hat_lidarxistin
Meclisa Demokratîk a Sûriyê(MSD) di kongireyeka du rojî ya ser navê Demokrasî û Veguherîna Siyasî ya Berfireh li Sûriyê li Emanê hat lidarxistin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 25, 2025 11:25 Asia/Tehran
  • Civîna MSD`ê li Emanê hat lidarxistin

Meclisa Demokratîk a Sûriyê(MSD) di kongireyeka du rojî ya ser navê Demokrasî û Veguherîna Siyasî ya Berfireh li Sûriyê li Emanê hat lidarxistin.

Ev civîna ser însiyatîfa çend saziyên swêdî, di nav wan de Peymana Swêdî ji bo Aştî û Hakemtiyê" û Navenda Lîberal a Navneteweyî ya Swêdê hat lidarxistin û nûnerên partî, hêzên siyasî û sivîl û tevgerên jinên sûrî beşdar bûn. Leyla Qareman, hevseroka MSD`ê, û Elî Rehmûn, Cîgirê Hevseroka Meclîsê, beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser derfet û astengiyên li pêşiya wekhevî, aştî û aramiyê li Sûriyê û rêyên pêşvebirina beşdariya siyasî ya berfireh nîqaş hatin kirin. Di dawiya Kongreyê de, beşdaran girîngiya diyalog û lihevhatina navxweyî ya Sûriyê tekez kirin û diyar kirin ku divê hemû hêzên neteweyî yên Sûriyê beşdarî pêvajoya çareseriya siyasî ya krîzê bibin.