HSD: 39 endamên DAIŞê li Hesekê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355962-hsd_39_endamên_daiŞê_li_hesekê_hatin_girtin
Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ku operasyoneke berfire dijî şaneyên nihênî yên DAIŞê li Hesekê û derdora vî şarî dest pê kirine, di encamê da heta nika 39 endamên DAIŞê girtine û herwiha gellek çek û rext peyda kirin.
(last modified 2025-08-30T11:37:17+00:00 )
Tebax 30, 2025 12:52 Asia/Tehran
  • HSD: 39 endamên DAIŞê li Hesekê hatin girtin

Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ku operasyoneke berfire dijî şaneyên nihênî yên DAIŞê li Hesekê û derdora vî şarî dest pê kirine, di encamê da heta nika 39 endamên DAIŞê girtine û herwiha gellek çek û rext peyda kirin.

HSDê vê sibê bi merema pûçkirina çalakîyên şaneyên nihênî yên DAIŞê, girtina pêşîya gefa himber sivîlan, astengkirina xetên locestîk û plankarîya wê koma terorîst ji bo êrişa ser zîndanên daişî di wan da ne, operasyoneke berfire dest pê kirin. 

Li gorî daxûyanîya HSDê, heta nika 39 endamên DAIŞê di encama operasyonê da hatin girtin û hêzên hanê dest danîne ser gellek çek û rextan. Operasyona HSDê hela jî li navçeyên curbicur ên Hesekê didome.