Bi dehan meytên bêyî serî û pirtîkirî li gundên Sûriyê hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355487-bi_dehan_meytên_bêyî_serî_û_pirtîkirî_li_gundên_sûriyê_hatin_dîtin
Çavkaniyên agehdar ragihandin ku bi dehan meytên pirtîkirî û bêyî serî li gundên Sûriyê dîtine û berûlayên cinayeta hovane ya rejîma terorîst a Colanî aşkera bûn.
(last modified 2025-07-25T13:47:20+00:00 )
Tîrmeh 25, 2025 15:15 Asia/Tehran
  • Bi dehan meytên bêyî serî û pirtîkirî li gundên Sûriyê hatin dîtin

Çavkaniyên agehdar ragihandin ku bi dehan meytên pirtîkirî û bêyî serî li gundên Sûriyê dîtine û berûlayên cinayeta hovane ya rejîma terorîst a Colanî aşkera bûn.

Çavkaniyên agehdar ragihandin ku meytên zêde ji 30 welatiyên sûrî yên bêyî serî li gundên parêzgeha Suweydayê hatin dîtin. Wan ragihandin ku ev cinayeta, diltezîn e û cinayetên DAIŞ`ê bi bîr tîne. Çavkaniyên hanê destnîşan kirin ku terorîstên ser bi DAIŞ`ê tenê di dema êrişa ser gundên Dirûziyan da jin û zarok nekuştine belkî meytên goriyan bi hovîtiyeke zzêde serjê kirine û hûr kirine.

Anegorî vê raporê hêzên ser bi rejîma terorîst a Colanî bi awayekî aşkera şêwazên komên terorîst ên wek DAIŞ`ê teqlîd dikin û cih tînin.