HSD: Ne pêkan e em di vê demê da çekên xwe radest bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355465-hsd_ne_pêkan_e_em_di_vê_demê_da_çekên_xwe_radest_bikin
Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihand: Basa çekradestkirina HSDê tê kirin, divê bêjim ku ev yeka di dema nika da nepêkan e.
(last modified 2025-07-23T12:04:50+00:00 )
Tîrmeh 23, 2025 12:40 Asia/Tehran
  • HSD: Ne pêkan e em di vê demê da çekên xwe radest bikin

Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihand: Basa çekradestkirina HSDê tê kirin, divê bêjim ku ev yeka di dema nika da nepêkan e.

Ebcer Dawûd berdevkê HSDê got: Gêreyên li Sûrîyê didomin û şîdet û gefên DAIŞê zêde bûne, lewma nepêkan e ku hêzên me di vê rewşê da çekên xwe radest bikin. 

Wî herwiha got: HSD dikare ji rêya rêkevtinameyeke têkildarî qanûna bingehîn tevlî artêşa Sûrîyê bibe ku di wê rêkevtinameyê da taybetmendîyên kurdan bi xwe bi fermî bên naskirin.

Ebcer Dawûd herwiha got: HSD ne xwazyarê cengê ye, lê yê gelê xwe li her cîya ku hebe, biparêze û berevanîyê bike.