Zêdebûna liv û tevgerên leşkerî li sînorên Sûrîyê
Zêrevanîya Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku hêzên Rejîma Sîyonîst bi awayekî berfire li derdora navîn a Quneyterê bi cih bûne.
Di halekî da ku navçeyên nêzîkî xeta agirbesê di haleta amadebaşîyê da ne, liv û tevgerên leşkerî yên vê dawîyê li başûra Sûrîyê nemaze li parêzgeha Suweydayê, bûne sedema tundbûna gêreyên emnî. Herwiha ji ber rewşa nika ya li herêmê, niştecîyên herêmên sînorî dilnigeran in.
Hin çavkanîyên nûçeyan jî ragihandin ku Amerîkayê li nêzîkî meydanên nift û gazê yên Sûrîyê bi dizî ve dest bi avakirina binkeyên nû kirîye. Li gorî ragihandina çavkanîyên hanê, Amerîkayê bi dizî ve dest bi avakirina 3 binkeyên nû li axa Sûrîyê kirîye. Amerîkî wan binkeyana ji Hesekê bigire heta Dêrezor û Tenfê di bin sîya sansora giran a medyayî da bi nihênî ava dikin.
Zêrevanîya Mafên Merivan a Sûrîyê herwiha di daxûyanîyekê da êrişên berdewam ên Rejîma Sîyonîst ser axa Sûrîyê ji wan êrişên hewayî û liv û tevgerên bejayî yên bisînor şermezar kirîye û ji civaka cîhanî xwestîye ku himber van kiryarên ku gefê li istiqrara herêmê dixwun, berpirsyarbûna xwe qebûl bike.
Şayanî gotine ye kudi encama pevçûnên li parêzgeha Suweydayê û êrişên hewayî yên Rejîma Sîyonîst ser Şamê da 940 kesî canê xwe ji dest daye.