Serdestiya Rejîma Siyonîst ser çavkaniyên avê yên Sûriyê, Gefek dijî ewlehiya navçeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i354754-serdestiya_rejîma_siyonîst_ser_çavkaniyên_avê_yên_sûriyê_gefek_dijî_ewlehiya_navçeyê
Rejîma Siyonîst bi dagirkirina nêzîkî sedî 80ê çavkaniyên avê yên Sûriyê, ji wan bendavên girîng ên wekî El-Wehde û El-Menzere, kontrola stratejîk a çavkaniyên girîng ên başûrê Sûriyê û çemên sînorî bi Urdunê re girtiye destê xwe.
(last modified 2025-05-20T11:58:33+00:00 )
May 20, 2025 12:13 Asia/Tehran
  • Serdestiya Rejîma Siyonîst ser çavkaniyên avê yên Sûriyê, Gefek dijî ewlehiya navçeyê

Rejîma Siyonîst bi dagirkirina nêzîkî sedî 80ê çavkaniyên avê yên Sûriyê, ji wan bendavên girîng ên wekî El-Wehde û El-Menzere, kontrola stratejîk a çavkaniyên girîng ên başûrê Sûriyê û çemên sînorî bi Urdunê re girtiye destê xwe.

Ev kiryar bûye sedema  qeyrana avê li parêzgehên Quneyterê, Golan û Derayê ,muhtemel e ku Telaviv vê amûrê wekî amûreke zexta siyasî dijî hikûmeta demkî ya Sûriyê bikar bîne. Serdestiya Rejîma Siyonîst ser avê dikare avedankirina  Sûriyê bixe xeterê û nakokiyên li ser sînor bi welatên cîran re girantir bike.