Hevpeymaniya Amerîkayê mqereke nû li bendava Tirînê li rojhilatê Helebê ava dike
Nîsan 18, 2025 16:22 Asia/Tehran
Komeke Mafên mirovan a çalak li Sûriyê derbarê plana Amerîkayê ya avakirina meqereke nû ya leşkerî li Sûriyê agahî da.
Rêxistina nasiyar bi Rewangeha Mafên mirovan Sûriyê eşkere kir ku Amerîka alavên xwe yên leşkerî ji baregehên El-Omer û Konîko li derdora Dêra Zorê vediguhêze baregeha El-Şeddadî bi armanca avakirina navendeke leşkerî ya nû li derdora bendava Tişrîn li derdora rojhilatê Helebê. Vê koma mafên mirovan ragihand ku Amerîka xwe amade dike ku navendeke leşkerî ya mezin li Sûriyê li nêzîkî bendava Tişrîn li derdora rojhilatê Helebê ava bike.
Di rojên derbasbûyî de hin çavkaniyên amerîkî îdia kiribûn ku hikûmeta wî dixweze hejmarwek ji hêzên xwe ji Sûriyê derxîne.