Serokên HTŞê sozên ji bo avakirina Sûrîyeyeke hevgirtî ji bîr kirine
Ramangeheke amerîkî ragihand ku kiryarên vê dawîyê yên serkirdeyên HTŞ nîşan dan ku wan sozên xwe ji bo avakirina Sûrîyeyeke hevgirtî û çendrengî bi beşdarîya hemî çîn û qatan di hikûmetê da tam ji bîr kirine.
Ramangeha Mêmêrî ku binkeya wê li Amerîkayê ye, piştî ku Colanî pêşnivîsa qanûna bingehîn a nû ya Sûrîyê wajo kir, di raporekê da karnama wî ya çend mehên vê dawîyê da ber rexneyan û pêgirî ser pêwîstîya zêdekirina piştgirîya navdewletî ji kêmîneyên mezhebî û etnîkî ji bo pêjkanîna hevsengîyê li Sûrîyeya nû ya di bin rêvebirîya Colanî da kir.
Di dewama vê raporê da hatîye: Nasnama rastî ya hikûmeta di bin rêvebirîya Colanî da nika tam aşkira bûye, herçend ku ew di destpêkê da wek kesayetîye3kî sîyasî yê cida dihat nasandin, lê zivirîye ser kesayetîya xwe ya berê ku mînaka aşkira ya vê yekê jî qirrkirina Elewîyan bi destê hêzên wî di rojên vê dawîyê da bû.
Ji duh va gellek kêmîneyên sûrî dijî pêşnivîsa qanûna bingehîn a nû ya Sûrîyê derketine û gotine ku Colanî bi awayekî fermî wek serokê nû yê Sûrîyê nas nakin.
Çavdêr û şirovekerên meseleyên sîyasî dibêjin ku di hikûmeta nû ya bi serkirdetîya Colanî da, kurd, dirûzî, elewî û mesîhî li ber gefa ciddî ne. Di vê navberê da kurdan ku roleke gellekî girîng û berbiçav di têkoşîna hibmerî koma terorîst a DAIŞê û yên din da hebûne û zêde ji 15 hezar kes di vêl rêyê da wek gorî dane, bi awayekî sîstematîk ji biryardayîna ji hêla hikûmeta Colanî va hatine wêdadayîn.