Di navbera çekdarên ser bi Tirkîyê û HSDê da pevçûn derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353558-di_navbera_çekdarên_ser_bi_tirkîyê_û_hsdê_da_pevçûn_derket
Artêşa Tirkîyê û hêzên ser bi wê êrişî gundên derdora bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê kirin.
(last modified 2025-02-26T11:39:39+00:00 )
Sibat 26, 2025 14:25 Asia/Tehran
  • Di navbera çekdarên ser bi Tirkîyê û HSDê da pevçûn derket

Artêşa Tirkîyê û hêzên ser bi wê êrişî gundên derdora bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê kirin.

Çekdarên ser bi Tirkîyê bi alîkarîya balafirên keşfê yên artêşa Tirkîyê êrişî binkeyeke HSDê kirin ku di encamê da hejmarek çekdarên HSDê birîndar bûn.

HSD ragihand ku hemî êrişên Tirkîyê û çekdarên ser bi vî welatî pûç kirîye û îro jî 2 çekdarên ser bi Tirkîyê li bereya Dêr Hafirê girtine. 

Pevçûna giraqn u tund di navbera HSDê û çekdarên ser bi Tirkîyê da didome.