Salih Muslim: Gotin û kirinên hikûmeta Şamê li hev nayên
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353554-salih_muslim_gotin_û_kirinên_hikûmeta_Şamê_li_hev_nayên
Endamê Desteya Rêvebirîya PYDê got: Gotin û kirinên hikûmeta Şamê li hev nayên.
(last modified 2025-02-26T11:32:53+00:00 )
Sibat 26, 2025 14:56 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Gotin û kirinên hikûmeta Şamê li hev nayên

Endamê Desteya Rêvebirîya PYDê got: Gotin û kirinên hikûmeta Şamê li hev nayên.

Salih Muslim amajeyî gazînekirina kurd, ereb û siryanîyên bakur û rojhilata Sûrîyê bo Konfiransa Gotûbêja Netewî kir û got: Heke hikûmeta Şamê tenê bi kurdan ra pirsgirêka  wê heye, çima ereb û siryanî jî bo vê konfiransê nehatin gazîkirin? Ev yek bi başî ray dide ku gotin û kiryarên hikûmeta Şamê gelelkî dûrî hev in. 

Salih Muslim amajeyî vê yekê kir ku endamên DAIŞ û Cebhet ul Nusrê ku berî vîya dijî hev şer jî kiribûn, di wê konfiransê da amade bûn û got ku hikûmeta Şamê tenê gazî wan alîyan kirîye ku têkilî bi wan ra hebûye. 

Salih Muslim herwiha got: Dîyaloga netewî divê hemî alîyan bigire ber xwe, lê ti kes ji bakur û rojhilata Sûrîyê bo vê konfiransê nehat gazîkirin.