Sibat 21, 2025 17:13 Asia/Tehran

Bêdengî û sersariya desthilatdarên nû yên Sûriyê bûne sedem ku Rejîma Siyonîst di fikra vî yekî da be ku hertim li navçeyên nû yên dagîrbûyî li Sûriyê serdest be.

Rojnameya Haaretz a siyonîst li raporekê, ji avakirina 7 navendên leşkerî yên Rêjîma Siyonîst li Sûriyê agahî da û ragihand ku artêşa siyonîst 7 navendên leşkerî li navçên nû yên dagîrbûyî li Sûriyê ava kirine. Ev baregeh li sêgoşeya sînorê di navbera Sûriye, Urdun û Filistîna Dagirkirî de belav bûne. Li gorî pisporan, hewldanên Rejîma Siyonîst ji bo bêçekirina Sûriyeya nû li gorî siyaseta hertimî ya vê rejîmê ya parastina serweriya leşkerî li ser welatên ereb û îslamî yên derdorê tê nirxandin.

Niha jî piştî alûgorên nû li Sûriyê, Rejîma Siyonîst bi hevkariya hin aliyan û erêkirina welatên rojavayî, di çarçoveya hewla ji bo guhertina rûveta navçê yan jî çêkirina qaşo Rojhilata Navîn a nû, dest bi tevgerê kiriye. Rejîma Siyonîst pilan dike ku Sûriyê veguhere Misrê duyem û Kemp Dêyvîdeka nû bi hatina Tiramp li ser desthilata nû, li vî welatê ereb bisepînin. Êrîşên berfireh ên Rejîma Siyonîst ser binesaziyên Sûriyê û dagîrkirina hin deverên din ên axa vî welatî, hikûmeta nû ya vî welatî bi taybet Ebû Mihemed El Colanî xistiye ber pirsên cidî û îhtimala ku komên ku ev hikûmeta pêk anîne û piştgirên wê ji destpêkê ve, çi bixwezin û çi jî nexwezin, alîkariya vê rejîmê û armancên dagîrkerî yên wê kirine, xurt kiriye.

Serepeyv