Amerîka hemû rojê di halê qaçaxkirina dexl û danên Sûriyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i349122-amerîka_hemû_rojê_di_halê_qaçaxkirina_dexl_û_danên_sûriyê_ye
Ji meha Gulanê ve û bi destpêkirina werzê çinîna dexl û danan li Sûriyê, artêşa Amerîkayê rojane bi qaçaxî dexl û danên vî welatî derbasî Iraqê dike.
(last modified 2024-08-16T10:39:30+00:00 )
Hezîran 30, 2024 15:41 Asia/Tehran
  • Amerîka hemû rojê di halê qaçaxkirina dexl û danên Sûriyê ye

Ji meha Gulanê ve û bi destpêkirina werzê çinîna dexl û danan li Sûriyê, artêşa Amerîkayê rojane bi qaçaxî dexl û danên vî welatî derbasî Iraqê dike.

Welatiyekî sivîl ê sûrî dibêje ku ji destpêka werzê çinînê ve di meha Gulanê de, hêzên amerîkî rojane dexl û danên welêt ji bakurê rojhilatê Sûrîyê bi kamyonan bi qaçaxî dibirin baregeha hêzên xwe li Îraqê.

Kanala CGTN`ê ragihand: 15 heta 20 kamyonên bi plaqeya Îraqî bi tirimbêlên artêşa Amerîkayê û hin caran jî bi helîkopteran ber bi derbasgeha sînorî ya neqanûnî ya Mehmûdiyê ve dihatin iskortkirin.

Hikûmeta Sûriyê, Amerîkayê bi talankirina nift û dexl û danên Sûriyê li navçeyên di bin kontrola hêzên serhildêr û hêzên opozîsyonê de tawanbar kiriye.