Karwanekî din ê amerîkî yê mezin derbasî herêma bin kontrola Kurdên Sûriyê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i343511-karwanekî_din_ê_amerîkî_yê_mezin_derbasî_herêma_bin_kontrola_kurdên_sûriyê_bû
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê qala derbasbûna karwanekî mezin ê leşkerî yê Amerîkayê bo herêmên bin kontrola Kurdên Sûriyê kir.
(last modified 2023-09-10T02:15:28+00:00 )
Îlon 10, 2023 05:42 Asia/Tehran
  • Karwanekî din ê amerîkî yê mezin derbasî herêma bin kontrola Kurdên Sûriyê bû

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê qala derbasbûna karwanekî mezin ê leşkerî yê Amerîkayê bo herêmên bin kontrola Kurdên Sûriyê kir.

Rêxistina Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ku çavdêriyê ser rewşa Sûriyê dike, di raporekê da qala derbasbûna bêrawestan a çek û alavên leşkerî yên Hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê bo herêma bin kontrola Kurdên vî welatî kir.

Li gorî vê raporê, Roja Şemiyê karwanekî pêkhatî ji 60 kamyonan ku çek, lojestîk û ardû hildigirtin ji Herêma Kurdistana Iraqê ber bi baregehên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê va bi rê ket.

Li gorî rapora Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê, Ajansa Sputnik'a Rûsyayê û kovareke amerîkî, ev çaremîn barê leşkerî yê Amerîkayê ye ku di heyama du hefteyan pevçûna navbera hêzên kurd ên Sûriyê û eşîrên ereb li rojhilatê Dêrezorê derbasî Sûriyê bûye û 30 kamyon jî ku barê xwe li baregehên Amerîkayê vala kiribûn, ber bi Herêma Kurdistana Iraqê va bi rê ketin.