Nerazîbûnên dijî hêzên Amerîkayê yên dagirker li bakur-rojhilatê Sûrîyê didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338432-nerazîbûnên_dijî_hêzên_amerîkayê_yên_dagirker_li_bakur_rojhilatê_sûrîyê_didomin
Nerazîbûna niştecihên derdora rojavayê parêzgeha Dêrezorê bi merema derxistina hêzên amerîkî yên dagirker didome û pekîyaye derdora rojavayê parêzgeha Hesekeyê jî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2022 10:59 Asia/Tehran
  • Nerazîbûnên dijî hêzên Amerîkayê yên dagirker li bakur-rojhilatê Sûrîyê didomin

Nerazîbûna niştecihên derdora rojavayê parêzgeha Dêrezorê bi merema derxistina hêzên amerîkî yên dagirker didome û pekîyaye derdora rojavayê parêzgeha Hesekeyê jî.

Leşkerên amerîkî ji mêj va ye ku bi awayekî neyasayî li bakur û bakur-rojhilatê Sûrîyê bi cih bûne û bilî talankirina nift û serweta vî welatî, hin cinayetan himber niştecihên van navçeyan dikin.

Ji hefteya buhurî va xwenîşadanek li derdora rojavayê Dêrezorê dest pê bûye û nika pekîyaye derdora başûrê parêzgeha Hesekeyê jî û niştecihên gundê Atile’yê li başûrê vê parêzgehê bi merema derxistina hêzên amerîkî yên dagirker xwenîşandanek li dar xist.

Niştecihên gundê Atile’yê bi şewitandina lastîk û tekeran rêya Heseke-Şeddadî û otobana Heseke - Dêrezorê daxistin.

Bi dû têkçûna koma terorîst a DAIŞ’ê wek baskê Amerîkayê li Sûrîyê, hêzên amerîkî yên dagirker bi awayekî rasterast hatin dewsa wê û hema ji wê demê va dewsa DAIŞ’ê dest bi derxistin û dizîna nifta Sûrîyê û domandina kuştina gelê vî welatî kirin.