Buseyne Şe'ban: Gotinên berpirsên Tirkiyê di warê peywendiya bi Şamê ra xapandin e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337853-buseyne_Şe'ban_gotinên_berpirsên_tirkiyê_di_warê_peywendiya_bi_Şamê_ra_xapandin_e
Şêwirmenda taybet a serokomarê Sûriyê gotinên rayedarên Tirkiyê yên derbarê nêzikbûna aştiya di navbera Enqere û Şamê da wek 'Xapandin' zanî.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 26, 2022 12:42 Asia/Tehran
  • Buseyne Şe'ban: Gotinên berpirsên Tirkiyê di warê peywendiya bi Şamê ra xapandin e

Şêwirmenda taybet a serokomarê Sûriyê gotinên rayedarên Tirkiyê yên derbarê nêzikbûna aştiya di navbera Enqere û Şamê da wek 'Xapandin' zanî.

Li gorî rapora Kanala El-Exbariyeyê, Buseyne Şe'ban Şêwirmenda taybet a serokomarê Sûriyê wek berteka li hemberî gotinên vê dawiyê yên Erdoxan li ser îhtimala nêzikatiya peywendiyên digel Şamê, tekez kir: Ev gotin medyayî ne û ti têkiliyeke wan bi rastiyê ra tuneye.

Şe'banê her wiha gotinên Erdoxan û rayedarên din ên tirkiyeyî wek Xapandin zanî û got: Bi mehan e ku ew ji ber hegerên taybet van gotinan tînin ziman; ev heger dibe ku ji bo hilbijartinê an jî amûrek ji bo zexta li ser aliyên din be.

Erdoxan vê dawiyê tevî bibîrxistina gotinên Devlet Bahçelî serokê MHP'yê derbarê hevdîtina digel Ebdulfetah Sîsî serokê Misirê û heta Bişar Esed hevpêşeyê wî yê sûrî, gotibû: Dibe; di siyasetê da ti kîneke hetahetayî tune. Di dawiyê da di rewşa herî baş da dê hin pêngav bên rakriin.