Efrîna dagirbûyî; Li navçeya Şêrawayê ji ber topbarana Tirkiyê jinek birîndar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i335332-efrîna_dagirbûyî_li_navçeya_Şêrawayê_ji_ber_topbarana_tirkiyê_jinek_birîndar_bû
Di topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de bo ser gundê Meyasa yê navçeya Şêrawaya Efrînê jineke Kurd birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2022 07:49 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî; Li navçeya Şêrawayê ji ber topbarana Tirkiyê jinek birîndar bû

Di topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de bo ser gundê Meyasa yê navçeya Şêrawaya Efrînê jineke Kurd birîndar bû.

Li gorî nûçeya Rûdawê ji zarê çavkaniyên xwecehî, di encama topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de bo ser gundê Meyasayê li navçeya Şêrawayê jina bi navê Zelûx Hemşo ya 30 salî birîndar bûye.

Heman çavkaniyan ragihand ku Zelûx Hemşo bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Roja 17ê Tîrmehê jî hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundên Meyasa û Kilutiyê topbaran kiribûn.