Li Eyn Darê ya Efrînê 2 welatî ji aliyê çeteyan va revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i335024-li_eyn_darê_ya_efrînê_2_welatî_ji_aliyê_çeteyan_va_revandin
Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê du welatiyên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2022 07:15 Asia/Tehran
  • Li Eyn Darê ya Efrînê 2 welatî ji aliyê çeteyan va revandin

Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê du welatiyên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revandin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê di 1ê Tîrmehê de du welatiyên ji şêniyên gundê Eyn Darê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî, revandin û birin cihekî ne diyar.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mesûd Izedîn Birîmo (53) û Seydo Reşad Elî (37).