Li Efrîna dagirkirî 6 welatiyên din hatin revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334968-li_efrîna_dagirkirî_6_welatiyên_din_hatin_revandin
Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li herêma Efrînê ya dagirkirî 6 welatiyên din revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2022 06:26 Asia/Tehran
  • Li Efrîna dagirkirî 6 welatiyên din hatin revandin

Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li herêma Efrînê ya dagirkirî 6 welatiyên din revandin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, Çeteyên "Feyleq El-Şam'' yên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundê Biîyê yê navçeya Şêrawayê, di nav de jin, bi giştî 6 kes revandin.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev; Mehmûd Derwîş, Zeyneb Elûş, Hemîde Cûma, Ferîd Şewqî, Xerîb Mistefa. Nasnameya yê din nehat zanîn.

Çavkaniyan diyar kirin ku kesên revandî sewqî cihekî ne diyar hatin kirin.