Bakûrê Sûriyê: Hêzên Rizgariya Efrînê 7 çeteyên dagirker berteref kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334767-bakûrê_sûriyê_hêzên_rizgariya_efrînê_7_çeteyên_dagirker_berteref_kirin
Di du çalakiyên cuda yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di meha Hezîranê de li bakurê Sûriyê li dijî dagirkeran pêk anîne de, 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2022 06:47 Asia/Tehran
  •  Bakûrê Sûriyê: Hêzên Rizgariya Efrînê 7 çeteyên dagirker berteref kirin

Di du çalakiyên cuda yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di meha Hezîranê de li bakurê Sûriyê li dijî dagirkeran pêk anîne de, 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî her du çalakiyan daxuyaniyek da. Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Li hember êrişên bênavber ya dewleta Tirkiyê ku li ser heremê li dar dixe, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de:

Di roja 17ê Puşperê de, li gundê Eblê ya bajaroka Babê, li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên taybet hatin li dar xistin. Di encama wan herdu çalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Herwiha seyareyek hat rûxandin.”