Şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rabûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334248-Şêniyên_idlibê_li_dijî_dagirkeriya_tirkiyê_û_çeteyên_wê_rabûn
Şêniyên navçeya Sermîn a bajarê Idlibê yê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dagirkir bûye, li dijî dewleta Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin û siyasetên wê şermezar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2022 15:00 Asia/Tehran
  • Şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rabûn

Şêniyên navçeya Sermîn a bajarê Idlibê yê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dagirkir bûye, li dijî dewleta Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin û siyasetên wê şermezar kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên nûşan ji herêmê dane, şêniyên navçeya Sermîn a bajarê Idlibê yê dagirkirî ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi xwepandanekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê rabûn û li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê slogan avêtin.

Xwepêşandêran bi rakirina ala Sûriyê dirûşmeyên banga xistina Recep Tayyîp Erdogan û şermezarkirina hebûna artêşa Tirk û şeteyan li ser xaka Sûriyê avêtin.

Şêniyên Idlibê li herêmên dagirkirî binpêkirinê artêşa tirk û çeteyan û tunebûna ewlehiyê, zêdebûa teqîn û qetilkirinan li herêmên dagirkirî protesto kirin.