Bakûrê Sûriyê: Dagirkeran gundên Şehba û Şêrawa topbaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333735-bakûrê_sûriyê_dagirkeran_gundên_Şehba_û_Şêrawa_topbaran_kir
Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehba û derdora gundên Aqîbê û Bênê yên Şerawayê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2022 04:13 Asia/Tehran
  •  Bakûrê Sûriyê: Dagirkeran gundên Şehba û Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehba û derdora gundên Aqîbê û Bênê yên Şerawayê topbaran kirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Duh Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên herêma Şehbayê topbaran kirin, hemwextî wê bi doçka û hawinan derdora gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawayê yên herêma Efrînê topbaran kirin.

Ji aliyê din va, Artêşa Tirkiyê Şewarxa yê Şera topbaran kir.

Duh Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya herêma Efrînê ya dagirkirî topbaran dikin.