Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê dîsa av li ser bajarê Hesekê qut kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333546-artêşa_tirkiyê_û_çeteyên_wê_dîsa_av_li_ser_bajarê_hesekê_qut_kirin
Ava rawestgeha Elokê careke din li ser bajarê Hesekê û derdora wê hatiye birrîn. Li gor agahiyan, ew pênc roj in ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ava wê rawestgehê li ser Hesekê birîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2022 06:09 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê dîsa av li ser bajarê Hesekê qut kirin

Ava rawestgeha Elokê careke din li ser bajarê Hesekê û derdora wê hatiye birrîn. Li gor agahiyan, ew pênc roj in ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ava wê rawestgehê li ser Hesekê birîne.

Zanyariyên xwecihî ku ji nav bajarê Hesekê hatine bidestxistin, diyar dikin ku, bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên alîgirên wê, ev pênc roj in ku li ava Rawestgeha Elokê li ser bajarê Hesekê hatiye birrîn.

Sedema wê yekê jî jinavçûna torên elektrîkê ji ber topbaranên hêzên Tirkiyê û komên çete yên ser bi dewleta tirk ên li Serê Kaniyê ye.

Di heman çarçoveyê de, Rêveberê Saziya Ava Hesekê, ya ser bi hikûmeta Sûriyê, Mehmûd Ugle got di çend rojên borî de, kehreba ku rawetgeha Elok li gundewarê bajarê Serê Kaniyê dixiste kar, ji ber topbarana Tirkiyê û grûpên çete jinav çûye.

Ji Cotmeha 2019yan ve, bi dagîrkirina Serê Kanî û Girê Spî re, ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, kêşeya birrîna avê derketiye û berdewam e, zêdetirî 30 carî ava wê hatiye birrîn.