Li bajarê Helebê yê Sûriyê wesayîteke bombebarkirî teqiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333133-li_bajarê_helebê_yê_sûriyê_wesayîteke_bombebarkirî_teqiya
Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê wesayîteke bombebarkirî teqiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2022 10:10 Asia/Tehran
  • Li bajarê Helebê yê Sûriyê wesayîteke bombebarkirî teqiya

Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ev demeke dirêj e ji aliyê Tirkiye û Amerîka û komên girêdayî wan ve hatiye dagirkirin.

Hikûmeta Sûriyê çendîn caran ragihandiye ku hebûna hêzên Tirkiyê û Amerîka û hêzên girêdayî wan li vî welatî binpêkirina serweriya Sûriyê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, di encama teqîna maşîna bombekirî de çend welatiyên sûrî birîndar bûne.

Heya niha ti zanyariyên teqez li ser hejmara kuştî û birîndarên vê bûyerê nehatine belavkirin û ti aliyekî jî berpirsyariya wê negirtiye stûyê xwe.

Teqînên wiha piranî ji aliyê komên terorîst ên wek DAIŞê û çeteyên Tirkiyê pêk tên.