Efrîna Sûriyê: Hêzên dagirker du welatiyên din revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i332865-efrîna_sûriyê_hêzên_dagirker_du_welatiyên_din_revandin
Li navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkerî du welatiyên din ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2022 07:34 Asia/Tehran
  •  Efrîna Sûriyê: Hêzên dagirker du welatiyên din revandin

Li navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkerî du welatiyên din ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku dewriyeke hevbeş a îstîxbarata Tirkiyê û komên çete yên navê polîsên leşkerî li xwe dikin, li gundê Emara yê navçeya Mabata yê du welatî revandin û sewqî baregeha ewlehiyê ya li navenda navçeyê kirin.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin; Edil Îbrahîm Roto û Îmad Ehmed Mistefa ne, heta niha çarenûsa her du kesan nayê zanîn.