Adar 02, 2022 23:43 Asia/Tehran
  • Di navbera asayişê Kurdên Sûriyê û artêşa vî welatî de şer derket

Artêşa Sûriyê rêgirî li ber gereke hêzên Amerîkî yên ku piştgiriya hêzên kurd ên Sûriyê dikin li gundê Gozeliyê yê Til Temirê kir. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku ser bi kurdan e jî dibêje ji aliyê hêzên Sûriyê ve êrişek pêk hat ku di encamê de 2 şervanên meclisê canê xwe ji dest dan û yek birîndar bû.

Li gor şavkaniyên herêmî, Artêşa Sûriyê rêgirî li ber gereke hêzên Amerîkî li gundê Gozeliyê yê Til Temirê kir, asayîşa hundirîn a kurdên sûrî ji ber vê yekê daxwaz kir ku artêşa Sûrî rê ji bo wê gerê veke, lê artêşa Sûriyê ev daxwaz red kir û şer di navbera her du aliyan de rû da.

Şer di saet 15:29 destpêkir û heta çend xulekan berdewam kir

Li gorî zanyariyên hanê 2 hêzên artêşa Sûriyê jî hatine kuştin, hejmareke ji endamên Asayîşê jî birîndar bûne

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku “hêzên Şamê li dijî yekîneyên meclisê êriş pêk anîn. Di êrişê de 2 şervanên meclisê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.”

Eva di rewşekê de ye ku Artêşa Sûriyê dibêje HSDê  ji bo piştgiriya hêzên Amerîkî bi çekên doçka û hawanan êrişî artêşa Sûriyê kirin û bi wan re şer derket.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Sûriyê, di encama şer û pevçûnan de 2 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û hêzên Sûriyê jî bersiva êrişkaran dan û hejmarek ji endamên HSDê birîndar kirin.

Serepeyv