Dewleta Tirkiyê gelek deverên dagirkirî yên Sûriyê ser axa xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327652-dewleta_tirkiyê_gelek_deverên_dagirkirî_yên_sûriyê_ser_axa_xwe
Artêşa Tirkiyê ya dagirker dîwarê sînor ê li gundewarê Girê Spî rakir û 70 metrîn din ber bi xaka Sûriyê ve sînorê xwe berfireh kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2021 19:23 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê gelek deverên dagirkirî yên Sûriyê ser axa xwe

Artêşa Tirkiyê ya dagirker dîwarê sînor ê li gundewarê Girê Spî rakir û 70 metrîn din ber bi xaka Sûriyê ve sînorê xwe berfireh kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Tirkiyê ya dagirker beşek ji dîwarî sînor ê di navbera Tirkiyê û Bakurê Sûriyê de rakir.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirkiyê  dîwarê li gundê Koktepe yê di navbra gundewarê Girê Spî yê dagirkirî û Kobanê de rakir û 70 metrên din ber bi xaka Sûriyê ve sînorê xwe berfireh kir.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku leşkerên Tirkiyê îro piştî nîvro heman dîwar rakir û li hundirên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cih kir û wekî gavekê ji bo qutkirina xaka Sûriyê bi nav kir.