Tîrmeh 15, 2021 14:37 Asia/Tehran
  • HSDê li rojavayê Dêrazorê 10 endamên DAIŞê girtin

Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) li sînorê Dêrezorê operasyoneke pêk anîn û 10 terorîst ji şaneyên nihênî yên DAIŞê girtin.

HSD ragihandin ku Encûmena Serbazî ya Dêrezorê û hêzên Dijî Terorê operasyoneke taybet li gundewarên rojavayê Dêrezorê encam dane.

Li gorî HSD, ew operasyon li dijî şaneyên nihênî yên DAIŞê li herdu gundên Cinêne û Hisan û mezreyên derdora wan hatine pêkanîn.

Di operasyonê de 10 terorîstên DAIŞê hatine girtine û dest bi ser hejmarek çek û tibabek cebilxane de girtine.

HSD di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, “Ji bo bersivdana banga şêniyan û rûspiyên herêmê ya ji ber zêdebûna çalakiyên şaneyên terorîst, me dest bi operasyonekê li gundên Cinînê, Hîsan û mezreyên derdora wan kir. Di operasyonê de, hêzên beşdar (Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Yekîneyên Antî Terorê) 10 çeteyên ku li herêmên tê de sivîl hene xwe veşartibûn, girtin.”

Hêzên Sûriya Demokratîk tekez kirine ku ew dê operasyonên xwe yên ji bo nehiştina şaneyên terorîstî li herêmê berdewam bikin û herêmê ji gef û êrişên wan rizgar bikin.

HSD herwiha banga alîkariyê li xelkê navçeyê kiriye û ragihandiye, ew wek HSD “bang li tevahî şêniyan dikin ku bi aliyên pêywendîdar re alîkar bin, da ku parastina ewlehî û aramiya herêmê bikin û aliyên xizmetguzarî, civakî û aborî geş bikin.”

Navenda Ragihandinê ya HSDê roja Çarşemê 7 Tîrmeha 2021an jî amarên operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê û şer û pevçûnên li gel komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve yên  6 mehên borî aşkere kiribû û diyar kiribû.

Li gor HSD, hêzên wan di nava şeş mehên bihorî de 245 kes ji çekdarên DAIŞê û milîsên ser bi Tirkiyê ve girtine, 53 çekdar hatine kuştin û herwiha 14 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane.

Serepeyv