Di teqîna li Efrînê de 3 çeteyên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327621-di_teqîna_li_efrînê_de_3_çeteyên_girêdayî_tirkiyê_hatin_kuştin
Hate ragihandin ku di teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hatî de 3 çete hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2021 04:18 Asia/Tehran
  • Di teqîna li Efrînê de 3 çeteyên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin

Hate ragihandin ku di teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hatî de 3 çete hatin kuştin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Duh di saetên piştî nîvro de li ser rêya di navbera navçeyên Raco û Bilbilê de, nêzî gundê Elemdar ê Racoyê teqînek pêk hat.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Racoyê, di teqînê de 3 çeteyên "Lîwa Sutlan Mihemed El-Fatih" yên girêdayî dewleta Tirkiyê hatin kuştin.