Besam El Sebax: Tirkiye demografiya bakurê Sûriyê diguherîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327250-besam_el_sebax_tirkiye_demografiya_bakurê_sûriyê_diguherîne
Nûnerê Sûriyê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Besam El Sebax ragihand; Tirkiye li jêr navê NATOyê li Sûriyê dagirkerî dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2021 08:07 Asia/Tehran
  • Besam El Sebax: Tirkiye demografiya bakurê Sûriyê diguherîne

Nûnerê Sûriyê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Besam El Sebax ragihand; Tirkiye li jêr navê NATOyê li Sûriyê dagirkerî dike.

Nûnerê Sûriyê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Besam El Sebax ragihand; Tirkiye li jêr navê NATOyê li Sûriyê dagirkerî dike û alaya welatê xwe li ser avahiyên bakur û rojavayê Sûriyê bilind kiriye û navê rê û cihan giştî guherandine û navên Osmanî li wan danîne û bernameya perwerdehiyê jî guherandine.

Besam El Sebax diyar kiriye: “Tirkiye alîkariya komên terorîst dike, li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagirkerî kiriye, ala Tirkiyê li ser ofîsên Sûriyê bilind kiriye û ji bo deveran walî danîne û nav û navnîşanên avahî û rê û cihên giştî guherandine û navên serdema Osmanî danîne û bernameya perwerdehiyê guherandine.”

El Sebax eşkere kir: “Elektrîka herêmê bi tora elektrîka Tirkiyê ve girêdane, pereyên tirkî li şûna pereyên sûrî têne bikaranîn. Heyva Sor a Navdewletî û Sûrî guherandine û kirine Heyva Sor a Tirkiyê.”

Nûnerê Sûriyê got: “Heta kengî Encûmena Asayîşê li hember van binpêkirinên Tirkiyê dê bêdeng bimîne, ku xwe di bin navê NATOyê de veşartiye û dagirkerî û binpêkirinan dike. Gelo dema wê yekê nehat ku welatên cîhanê bi siyaseta xwe de biçin.”