Efrîna dagirbûyî - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326893-efrîna_dagirbûyî_Çekdarên_ser_bi_tirkiyê_ve_3_kes_revandin
Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2021 09:18 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin

Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Îstixbarata Tirkiyê û çekdarên Feyleq El-Şamê roja 7ê Hezîranê 3 xortên Kurd li navçeya Raco revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê her wiha diyar kir ku du xort ji wan bi navê Hesan Horo û Neşet Mûsa ne û ji 3 salan ve endamên Polîsa Sivîl in û xortê sêyem jî Feysel Reşîd e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirab û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.