Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324796-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_38_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 38 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine û 4 kes jî mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2021 13:12 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 38 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine û 4 kes jî mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusê mirine; 3 mêr û jinekê ne û ji Reqayê ne.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 kes bi korona ketine, ji wan 25 mêr in û 13 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 3

Qamişlo: 15

Dêrik: 1

Rimêlan: 1

Reqa: 6

Tebqa: 7

Dêrazor: 4

Minbic: 1

Bi vî awayî hejmara kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi korona ketine gihaşt 8 hezar û 755 kesan, jê 335 kes mirine û hezar û 253 kes jî baş bûne.