Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên din bi koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324688-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_26_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 26 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2021 14:35 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 26 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa 2 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye û her du jî jin in û ji herêma Tebqayê ne.

Mistefa diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên bi vîrusê ketine, 18 mêr û 8 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 3, Qamişlo: 10, Dêrik: 4, Tebqa: 2, Minbic: 6 û Kobanê: 1

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine, gihaşt 8 hezar û 689 kesan, jê 328 kes mirine û hezar û 252 kes jî baş bûne.