Li Heleba Sûriyê teqîna terorîstî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324087-li_heleba_sûriyê_teqîna_terorîstî
Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê teqîna maşîneyeke bombebarkirî bû sedem gelek sivîlên Sûrî werin kuştin û birîndar bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2021 20:25 Asia/Tehran
  • Li Heleba Sûriyê teqîna terorîstî

Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê teqîna maşîneyeke bombebarkirî bû sedem gelek sivîlên Sûrî werin kuştin û birîndar bibin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûrî ya fermî (SANA),terorîstan îro şemiyê li bazarek li el-Raî, navçeya el-Bab maşîneyek bombebarkirî teqandin û gelek sivîl kuştin û birîndar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya deverên bakurê rojhilatê Helebê di bin kontrola terorîstên girêdayî artêşa Tirkiyê de ne.

Hîn ti komekî berpirsyariya teqandina bombeyê negirtiye stûyê xwe.

Li dû dagirkeriya dewleta Tirkiyê, li bajarên bakurê Sûriyê, gelê van herêman  bi caran bûne şahidê teqandina maşîn û motorsîkletên bombebarankirî.

Artêşa Tirkiyê di sê salên borî de gelek caran êrişî Sûriyê kiriye û êrişên dagirkerî yên dewleta Tirkiyê li bakurê Sûriyê di qada navneteweyî de bi berfirehî hatine şermezarkirin.