Bi armanca guhertina Demografiyê: 150 malbatên Uyxur li Serê Kaniyê hatin bicihkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323875-bi_armanca_guhertina_demografiyê_150_malbatên_uyxur_li_serê_kaniyê_hatin_bicihkirin
Hikûmeta Tirkiyê û komên sûrî yên bin fermana wê bi armanca guhertina demografiya navçeyên bin dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê, 150 malbatên Uyxur li bajarê Kurdnişîn ê Serê Kaniyê bi cih kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Bi armanca guhertina Demografiyê: 150 malbatên Uyxur li Serê Kaniyê hatin bicihkirin

Hikûmeta Tirkiyê û komên sûrî yên bin fermana wê bi armanca guhertina demografiya navçeyên bin dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê, 150 malbatên Uyxur li bajarê Kurdnişîn ê Serê Kaniyê bi cih kirine.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Peyama Kurd, Ev malbat ku ji Uyxurên Çînê ne, ji Idlibê bo Serê Kaniyê hatine veguhestin û li malên valakirî yên kurdan hatine bicihkirin.

Piştî êrîşa leşkerî ya Tirkiyê û mîlîtanên bin fermana wê ser Serê Kaniyê û Girê Sipî di sala 2019an da, bi sedan malbatên kurd neçar man ku malên xwe biterkînin û koçber bibin.

Beriya vêya hatibû ragihandin ku malbatên endamên iraqî yên DAIŞê jî li Serê Kaniyê hatine bicihkirin.

Tirkiye tawanbar e ku hewil dide demgrafiya navçeyên bin dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê biguherîne û tirk û ereban li navçeyên kurdnişîn bi cih bike.