Li Derayê peymaneke radestkirina çekên çekdaran hate îmzekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323568-li_derayê_peymaneke_radestkirina_çekên_çekdaran_hate_îmzekirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya Opozwsiyona Sûrî li Londonê eşkere kir ku li Derayê peymaneke radestkirina çekên çekdaran hate îmzekirin. Li gorî peymanê dê serçeteyê bi navê Ebû Tariq El-Sibehî dê bişînin herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Li Derayê peymaneke radestkirina çekên çekdaran hate îmzekirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya Opozwsiyona Sûrî li Londonê eşkere kir ku li Derayê peymaneke radestkirina çekên çekdaran hate îmzekirin. Li gorî peymanê dê serçeteyê bi navê Ebû Tariq El-Sibehî dê bişînin herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji parêzgeha Derayê, diyar kir ku duh peymanek bi çavdêriya Rûsyayê hatiye îmzekirin. Li gorî peymanê divê aloziya heyî li bajarê Tefis ê li rojavayê Derayê, bi dawî bibe.

Li gorî SOHR`ê di peymanê de hate piştrastkirin ku divê çekdar û rêveberên berê yên komên çekdar çekên xwe radest bikin, her wiha divê tu kes ji bajar neyê derxistin, ji bilî serçeteyekî bi navê Ebû Tariq El-Sibehî ku yek ji serçeteyên navdar e û dê wî bişînin herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin. .