Çile 14, 2021 13:09 Asia/Tehran
  • Şandeyeke payebilind a fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyeke fransî ya payebilind serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şandeyê bi nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtin pêk anî û rewşa siyasî ya li herêmê û gefên leşkerî yên ji hêla Dewleta Tirkiyê ve, rêbazên piştgiriya projeyan û pêkanîna ewlehiyê nîqaş kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Di 11`ê Çileyê de şandeyeke fransî bi serkêşiya gerînendeyê Beşa Piştgiriyê û Aloziyan a Wezareta Karên Derve ya Fransayê balyoz Éric Chevallier, gihaşt Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ebdulkerîm Omer, cîgirên hevserokatiyê Fener Kaît û Ebîr Îliya û berpirsa nivîsgeha serokatiyê û dîwanê Nafiye Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşên li Sûriyê û rewşên herêmên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefên Dewleta Tirkiyê ên domdar ên li dijî herêmê, êrişên wê yên li dijî Eyn Îsa û Til Temirê û sûcên komên girêdayî bi wê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, zêdebûna hejmara bûyerên kuştinê li kampa Holê ku bûye dosyayeke bigirêk, pêwîstiya lîstina Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe di xebatên siyasî û komîteya destûrî ya Sûriyê de, nîqaş kirin.

Her wiha Ebdulkerîm Omer di hevdîtinê de destnîşan kir ku Dewleta Tirkiyê ji berdewamkirina êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe, DAIŞ`ê vejîne û projeyên dagirkirinê û guhertina demografiya herêmê fireh bike.

Éric Chevallier jî got: “Fransa tev li nîqaşên ku bi Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê re pêk tîne, bû. Da ku têkildarî kampa Holê û perwerdekirina zarok û jinan kar bikin û kesên ji terorê zirar dîtine, destek da wan. Fransa wê roleke erênî ji bo piştgiriya herêmê di gelek dosyayan de mîna diyaloga kurdî-kurdî û projeyên sepandina ewlehiyê li herêmê de bilîze.”

 

Ji aliyê xwe ve Ebdulkerîm Omer spasiya Fransayê kir, ji ber helwestên wê yên ji bo piştgiriya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştrast kir ku divê hevkarî, koordîneya têkildarî têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina têkiliyên siyasî di navbera her du aliyan de bidomin.

Éric Chevallier, di dawiya hevdîtinê de spasiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha pê de çû: “Ev ne cara yekê ye ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikim. Beriya çend mehan ez li vir bûm.”

Her wiha destnîşan kir ku ew bi Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rewşa li herêmê nîqaş bikin, nêrîna wê guhdar bikin û bi bîr xist ku ew dixwazin mijara dabînkirina alîkariyên mirovî ji herêmê re nîqaş bikin. Éric Chevallier da zanîn ku ewlehiya herêmê ji bo Ewropayê gelekî girîng e.

Di dawiya serdanê de hinek zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên xwedî nasnameyên fransî, li gorî belgeyeke fermî radestî şandeya fransî hatin kirin.

 

Serepeyv