Çile 12, 2021 19:39 Asia/Tehran
  • Komîteya Ciwan û Werzîşê çalakiyên wezîrşî li Eyn Îsayê li dar xistin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Girê Spî di çarçoveya pêngava "Teqez em ê bi serkevin" de çalakiyên werzîşê li navçeya Eyn Îsayê li dar xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Çalakî ji di çarçoveya pêngava ciwanan a ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser Sûriyê de û teqeziya girêdana bi xaka xwe ve hat lidarxistin.

Çalakiya ku ciwanên navçeyê tev lê bibûn li kolana sereke ya navenda navçeyê hatin lidarxistin.

Piştî bi dawî kirina çalakiyên wezîrşî, berdevkê Komîteya Ciwan û Werzîşê Malik El-Himêrî axivî û piştrast kir ku tevî êrişên dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ên dijî wan,  dev ji axa xwe bernadin û bêdengiya navnetewî der barê êrişên dijî navçeyê şermezar kir."

Serepeyv