Çile 03, 2021 08:53 Asia/Tehran
  • Li Heseke û Serê Kaniyê teqîn çê bûn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarên Hesekê û Serê Kaniyê yên bakura rojhilata Sûriyê teqîn çê bûn û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li gor çavkaniyên xwecihî li bajarê Serê Kaniyê, di encama teqîna otombêleke bombekirî de, li nêzîkî Bazara Keskayê 5 kes hatine kuştin, 3 kes ji wan sivîl in, jinek û zarokek di nava kuştiyan de ne.

Herwiha Di encama teqînê de 4 kesên din birîndar bûn, tê pêşbênîkirin hejmara qurbaniyan ber bi zîdebûnê ve biçe. Bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî di meha 10- 2019 an de ji aliyê Tirkiyê û grûpên çete yên wê dagir bû.

Herwiha duh Şemiyê li bazara karkeran a Hesekê, çekdarek qunbele davêje nava xelkê û di encamê de, 19 kes birîndar dibin ku piraniya wan jin û zarok in û kesek jî hate kuştin, birîndarên bûyerê birin nexweşxana Hesekê ku rewşa 6 ji wan xirab e.

Şahidekî bûyerê ku li nexweşxaneyê tê dermankirin ji Rûdawê re got, di destpêkê de dengê guleyan bihîstin, çend milîsên çekdar li pey çekdarekî xwe ketin, gule berdane wî, wî jî bombe avêt, lewma hejmarek ji xelkê sivîl birîndar bûn.

Serepeyv