Kanûn 18, 2020 10:51 Asia/Tehran
  • Li Hesekê ya Sûriyê bi hezaran kes li dijî dagirkerî û sûcên Tirkiyê û çeteyên wê kom bûn

Bi hezaran niştecihên parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê roja Pêncşemê kom bûn jibo protestokirina kiryarên hovane û sûcên dijî mirovan ên Tirkiyê û çeteyên wê li ser axa Sûriyê û bêdengiya civaka navneteweyî.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûrî ya Fermî (SANA), beşdaran di vê kombûn û mitîngê de dijberiya xwe ya tund li hember dagîrkeriya leşkerî ya Tirkiyê û çeteyên wê anîn ziman û ragihandin ku Tirkiye bi birîna avê ser gelê herêmê bi taybet li bajarê Hesekê û xistina gelê vê navçê nav êş û zehmetiyan hewl dide pîlan û  nexşeyên xwe yên xirab û qirêj li herêmê pêşve bibe. Ev kiryarên dewleta tirk bûne sedem ku  mîlyonek rûniştiyên Hesekê û gundewarên wê bikevin nav êş û elemên giran.

Rûniştiyên Hesekê di mitîng û kombûna xwe de tekez kirin ku sûc û cinayetên rêjîma Tirkiyê li Sûriyê tenê bi qutkirina ava welatiyan ve bi dawî nayê; Belkî, ev rejîma dagîrker dixwaze bi her awayî miletê Sûrî aciz bike û wan bêxe nav çetinahî û êşê da ku wan neçar bike ku malên xwe biterikînin û piştre dewleta tirk û çeteyên wan bikarin bi hêsanî gundên wan dagir bikin û kirêgirtiyên xwe li wir bicîh bikin.

Welatiyên sûrî yên beşdarî kombon û xwepêşandanê diyar kirin: "Ecêb e ku civaka navneteweyî li beramberî rejîma Tirkiyê ya dagirker û kirêgirtên wê yên terorîst, ku sûc û cinayetên herî hovane li deverên Serê Kaniyê, Girê Spî, Efrîn û hwd. dikin, bêdeng maye" .

Serepeyv